Arif Ruşdî: Vexwendina berpirsên konsulxaneyan bo perlemantoyê bo têkdana navê gel û hikûmeta me bû

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ragihand ku, yên ku bang û hewar bo girjî û nexweşiyên li Kurdistanê dikirin, hatin vemirandin. Herwiha got, ew rûniştin tenê civîna çend partiyan bû. Di dema ku Herêma Kurdistanê di rewşeke pir aloz de derbas dibe. Gerek parlamento hizra wan qeyranan kiriba û bi mêrxasî li êşên gelê me xwedî derketiba.
Arif Ruşdî, Şêwirmendê Polîtburoya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bûyera ku li Parlamentoya Kurdistanê qewimî jibilî sepandina hinek ecîndayên hinek aliyan, ne tiştekî din bû. Ew jî bervajî şêwazê karê siyasî yê Herêma Kurdistanê ye ku di esas de li ser bingeha sazana siyasî û niştimanî ye. Eger ne ji sazanê ba, nûnerên wan dê ti kursî wergirtibana?.”
Ruşdî wiha got: “Vexwendina çend berpirsên konsulxaneyan hewlek bû bo têkdana navê gel û hikûmeta me. Ma bi xwe yên ku hatbûn vexwandin kes amade nebû, jibilî konsulusê Îranê.”
Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ragihand ku, yên ku bang û hewar bo girjî û nexweşiyên li Kurdistanê dikirin, hatin vemirandin.
Arif Rûşdî wiha domand: “Parlamentoya Kurdistanê bi wê civînê heybeta xwe şikand û di wê civînê de erkê xwe ji bîr kir. Ew rûniştin tenê civîna çend partiyan bû. Di dema ku Herêma Kurdistanê di rewşeke pir aloz de derbas dibe. Gerek parlamento hizra wan qeyranan kiriba û bi mêrxasî li êşên gelê me xwedî derketiba.”




