26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi fermî ala Kurdistanê li kêleka alayên cîhanê hat danîn

Çavkanî: KDP.info

Ewropa-KDP.info- Îro ala Kurdistanê li kêleka alayên welatên cîhanê hat danîn û cîgirê serokê lawên cîhanê jî dibîje, ev destkefteke din bo kurdan e.

Felah Hesen, Cîgirê Serokê Lawên Cîhanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di pêngaveke nû û dîrokî de bi rêya komîteya lawên siyasî ya Ewropayê bi fermî ala Kurdistanê li kêleka alayên welatên Ewropayê hat danîn, herwiha biryar hat dan ku ala Kurdistanê bi fermî di civînan de were danîn.

Hesen wiha got: “Ev yek wek destkefteke din e bo kurdan di dîrokê û xebara siyasî de, ku em neteweyek in her ji serdema Saykis Bîko de heta îro maf û hebûna me hatiye binpêkirin, me nikariye bi awayekî azadane karî hemû diyardeyên demokratîk wek gelên dunyayê bikin, îro ev derfet ji me re hatiye, em dikarin bi azadî xwe di rêza duniya serbilind de nîşan bidin.”
 

Nûçeyên têkildar