26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wehîde Yaqo: Wan 4 partiyan dixwestin tiştekî xerab li Kurdistanê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endameke Parlamentoya Kurdistanê ji pêkhateyên mesîhî ragihand ku, civîna parlamentoyê ya beriya 2 rojan li dijî sazan û lihevkirina niştimanî li Herêma Kurdistanê bû û wan 4 partiyan dixwestin tiştekî xerab li Kurdistanê bikin, lewma em di rûniûtinê de amade nebûn.

Wehîde Yaqo, Endama Parlamentoya Kurdistanê ji pêkhateyên mesîhî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di rûniştina parlamentoyê de em beşdar nebûn, ji ber ku em di wê baweriyê de bûn ku divê sazan li ser pirseke wisa girîng mîna kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê were kirin. Ev helwesta me ye û ti partî û aliyek nikare guvaşê li me bike da ku em helwesta xwe biguherin, lê tişta ku qewimî li dijî sazanê bû, baweriya me pê nedihat lewma em amade nebûn.”

Wehîde wiha got: “Ew 4 aliyên siyasî çûn parlamento û dixwestin Kurdistanê rastî belayekê bikin. Serokatiya Herêma Kurdistanê ne pirsekî hizbî ye û dibê rêkeftin li ser were kirin û piştre here nava parlamentoyê. Pêwîst e hemû alî bi hevre rûnên û li ser wê pirsê lihev bikin, herwiha ligel PDKê rûnên ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê partî ne.”

Wê Endama Parlamentoya Kurdistanê ji pêkhateyên mesîhî wiha domand: “Pêwîst e Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin, ne ji aliyê parlamentoyê, ji ber ku nûnerê her kesî di nava parlamentoyê de tune ye. Mixabin nûnerên çend welatan di civîna parlamentoyê de amade bûn, ew jî diyar dike ku destê biyanî di wê projeyê de hebû, her ji ber wê yekê em neçûn civîna parlamentoyê.”

Nûçeyên têkildar