Serok Barzanî bo civaka navdewletî: Alîkariya Kobanê bikin û wan biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa Kobanê de peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hêzên hevpeymaniya navdewletî kir ku gelê Kurdistanê ji gef û êrişan biparêzin.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Terorîstên DAIŞê yên hov careke din dest kirin bi êrişê kirin li ser xuşk û birayên me yên li kobanî û di encama wê êrişê de hejmarek ji xelkê Kobanê şehîd û birîndar bûne, ez bi tundî vê êrişa nemirovane şermezar dikim.”
Serok Masûd Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike ku beriya niha çawa alîkarî û hevkariya Kobanî kirin, niha jî berdewam bin li ser alîkariya xelkê Kobanê û wan biparêzin.
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Ez daxwaz ji hêzên hevpeymaniya navdewletî dikim ku berdewam bin di alîkariya xelkê Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan de û û gelê Kurdistanê ji gef û êrişan biparêzin.
Serok Barzanî wiha domand: “Bi pêwîst dizanim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêyekê ji bo alîkariya xuşk û birayên me yên li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bigre. Silav li ruh û giyanê pakê şehîdên me yên nemir!. Serkeftin ji bo Kurdistan û şikest û li navçûn jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê.”




