Dengên erê bo mayîna Serok Barzanî gehiştine 62%

KDP-Silêmanî-Hewlêr- Di rapirsiya televîzyona NRT de, ku derbarê pirsa hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê (Mesûd Barzanî) de ye, ji sedî 62 beşdarbûyan mayîna Serok Barzanî di wê postê de bibaş dizanin.
Rapirsî bi navê “Bi te başe ku Barzanî careke din bibe Serokê Herêm?”, heta niha (mebest dema amadekirina nûçeyê) 194 hezar û 154 kesan deng li ser rapirsiyê dane, ji wan 64 hezar û 925 kesan, ku dike ji sedî 62ê dengan, bi erê dengdane.




