25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Berdewamin li ser amadekirina destûra Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Grûpa PDK li komîteya amadekirina proje destûra Herêma Kurdistanê radighîne ku, ew dê berdewam bin li ser karên xwe di komîteya navborî de û gotegotên ku dibêjin dê PDK ji komîteyê vekişeşe, red dikin.

Grûpa Partiya Demokrata Kusrdistanê (PDK) peyamek derbarê gotegotên ku dibêjin ew ji komîteya amadekirina proje destûrê vekêşiyane belav kir û ev naveroka wê ye:

Grûpa PDK ligel biraderên me li komîteya destûrê, bi canê yek tîmê, berdewamin li ser karên xwe ji bo nivîsîn û amadekirina destûrekî nû, ku armanc û xwestekên gelê Kurdistanê bidest bixe, herwiha guzarişt li sîstemeke parlementeyî ya tendurist bo hikumraniyê li Başûrê Kurdistanê bike, bi awayê ku kiyanekî xwedan serwerî bo niştiman bidest bixe, di heman demê de maf û azadiyan bi pîvanên navdewletî peyda bike û destûrekî demokrasî be bo welatê Kurdistanê ku welatî şanaziyê pê bikin.

Ji vî ali ve em berdewamin li ser karên xwe di pirsa destûrê de, di bin araste û fermanên serkirdayetiya partiye me di koşişa berdewam de ye, wek şanaziyên my yên dîrokî derbarê destûrekî jiyana siyasî û hikumranî û sazîmendkirin, bi peroşin ku di zûtirîn dem de ligel tevaya aliyên siyasî bighin destûrea gelpesenda komdengiya niştimanî, wan nûçeyan jî red dikin ku behsa vekêşana grûpa PDK dikin, heman canê berpirsiyaretiyê ji aliyan çaverê dikin.

Grûpa PDK li komîteya destûrê

25.06.2015

Nûçeyên têkildar