26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xoşnaw: Tenê alîdaran vexwendina serokê parlementoyê qebûl kirine

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Serokê Frakesyona Zer li Parlementoya Kurdistanê dibêje ku “Wê rojê (mebest 23ê Heîzranê) serokê parlementoyê bo çend meramekê hemû hewldanên xwe kirin ji bo anîna konsulgerên welatan bo nava holên parlementoyê, ku sîmaya serokê rêxitsineke sivîl têde diyar nebû.”

Omêd Xoşnaw li rûpela xwe ya taybet a Facebookê nivîsiye: “Gelek caran ez şahid bûm ku rêxistineke civaka sivîl ji bo encamdana semînar yan konferensekê, tnê bi rêya emaîlê re praniya konsulger û nûnerên welatan mêvandarî kirine, lê wê rojê serokê parlementoyê ji bo çend meramekê hemû hewldanên xwe kirin ji bo anîna konsulgeran bo nava parlementoyê.”

Xoşnaw nivîsiye jî “Helbete komek wate û amajeyên vê yekê hene, sadetirîn têgehiştin jî ewe ku, dema serokê parlementoyê bêalîbûnê ji dest dide, tenê alî vexwendinê qebûl dikin, lê bila em dest jê berdin û di paşerojê de emê raya gitşî ji gelek rastiyên din agehdar dikin.”

Navborî tekez dike jî ku “Şikestin civîna 23ê Hezîranê û bêencamiya wê gelekin, emê jî hêdî hêdî li ser biaxifin û ti leza me nîne.”
 

Nûçeyên têkildar