Li Kobanê DAIŞ teqe li welatiyan dike, 25 sivîl şehîd bûne

KDP.info-Hewlêr- Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, DAIŞ bi rêya fermî ji Tirkiyê derbasî Kobanê bûye, niha jî şervanên YPG şerê çekdaran dikin, di çend demijmêrên bê de jî wê careked in bajarê ji DAIŞê were paqijkirin.
Fethulla Husênî ji KDP.info re got ku “şeva borî terorîstên DAIŞê, ku dehan çekdar bûn, ji deriyê fermî derbasî Kobanê bûne û bi awayekî remekî teqe li welatiyan kirine û bêhtir ji 25 şehîd û 40 birîndar ketine, niha jî DAIŞ dişike û şer ber bi dawiyê ve diçe.”
Husênî got jî “DAIŞ ji deriyê fermî yê Miştenûrê derbasî Kobanê bûye, ew jî wek karvedanekê ye piştî azadkirina Girê Spî û Eyîn Îsayê û dopêçkirina Reqayê.”
Navborî tekez kir ku, di wê êrîşê de bi 10an çekdarên DAIŞê hatine kuştin.




