25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeiban: Serokê parlamentoyê li dijî sazanê ye û bi 24 kursiyan ew post wergirtiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şeiban ragihand ku, weku karekî siyasî û demokratî, asayî ye ku PDKê baykota rûniştina Parlamentoyê bike, lê bûyera ku li parlamentoyê rûda destpê karekî nedirust bû ligel pirsên niştimanî. Herwiha got, eger serokê parlamentoyê ne ligel sazan û lihevkirina niştimanî ye, ma çawa bi 24 kursiyan ew post wergirtiye?.

Dilşad Şeiban, Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Rûdawê re ragihand: “Pêşeroja Kurdistanê bi vî awayî birêve naçe û kar ligel nayê kirin. Tişta ku duhî li parlamentoyê rûda destpêkeke nedirust bû bo kar ligel pirsên niştimanî.”

Şeiban wiha got: “Baykotkirina rûniştina parlamentoyê ji aliyê PDKê ve pêngavek di cihê xwe de bû. Nerazîbûna PDKê ne li ser naverok û hûrgiliyên pêşniyarqanûnê bû, lê belê ligel çawaniya têkeliya ligel wê pirsa hestiyar e. Sîstema hûkimraniyê bi vî awayî nayê guhertin, ku hejmara parlamenteran bigihê 56 endaman û hew. Ev yek gef e li ser yekrêziya niştimanî. Ez dixwazim bînim bîra serokê parlamentoyê ku ew li ser piroseya yekrêzî û lihevkirina niştimanî bi 24 kursiyan bûye serokê parlamentoyê. Eger ew ne ligel sazan û lihevkirina niştimanî ye, ma çawa bi 24 kursiyan ew post wergirtiye?.”

Dilşad Şeiban wiha got: “Eger bêjin me bi xwendina projeyekê PDKê şikand, bila di xwenê de jî şikestina PDKê nebînin, ji ber ku PDKê ji mefrezeyeke partîzanî dest pê kiriye ku îro hûkimraniyê dike.”

Nûçeyên têkildar