26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baweriya PDKê bi sazan û livkirina niştimanî heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de amaje bi pêkvejiyana siyasiya aliyên Kurdistanê die û di wê baweriyê de ku divê li Kurdistanê hemû alî lihev bikin, ne aliyek xwe bi ser aliyên din de feriz bike.

Mihemed Elî, Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK ji rewangeha berpirsyaretiyê xwe bi beşeke sereke û girîng ji destkeftên Kurdistanê dizane. Tevî ku kursiyên PDKê ji yên hemûyan zêdetir bû, lê bi tenê hikûmet pêk neanî, ew jî li ser bingeha şeraket û karê hevbeş bû.”

Elî wiha got: “Hinek alî dixwestin nîşan bidin ku PDKê nikare civîn û projeyên partiyên siyasî qebûl bike, lê wan aliyan hemûyan nas kir ku take armanca PDKê karê hevbeş û aştî û birayetî ye, ji ber ku PDKê gellek kursiyên xwe di Parlamento û Hikûmetê de jî daye aliyên din, ji ber ku baweriya wê bi sazan û lihevkirina niştimanî û karê hevbeş heye.”
 

Nûçeyên têkildar