26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulê Holenda: Dibe ku aliyên din berbijarê wan bo kursiyê Serokatiyê nebe, lê pirojeyan pêşkêş dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêmin Hewramî pêşwazî li Konsulên Holenda û Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de Konsulê Holenda li Hewlêrê ragihand ku, dibe ku aliyên din berbijarê wan bo kursiyê Serokatiyê nebe, lê dîsa ew pirojeqanûn pêşkêşkirin.

Îro li Pîrmam Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî pêşwazî li Konsulê Brîtanya Enkos Mekkey û Konsulê Holenda Con Fan Dêr kir.

Piştî bûyera duhî li Parlamentoya Kurdistanê konsul û nûnerên welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê serdana ofîsa pêwendiyên derve ya PDKê dikin bo wergirtina nêrîna PDKê li ser wê bûyerê.

Ev jî di demekê de ye ku Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê duhî hemû nûner bo rûnişina parlamentoyê vexwandin da ku amade bin di xwendian yekem a pêşniyarqanûna pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de, lê neamadebûna wan nîşana neyasaybûn û nesazbûna niştimanî diyar dike, lewma berê xwe didin PDKê bo wergirtina agahiyan.

Di wê civînê de Hêmin Hewramî behsa pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê kir û tê de rêrîna PDKê bo herdu konsulan zelal kir û sazana niştimanî wek çareser da zanîn.

Konsulê Brîtanya Enkos Mekkey dilxweşiya xwe bo mumareseya demokrasî ku PDKê wek darêjerê wê dibîne, diyar kir û piştevanî û alîkariya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Holenda Con Fan Dêr destxweşî li Hewramî kir bi zelalkirina mijaran û ragihand: “Dibe ku aliyên din berbijarê wan bo kursiyê Serokatiyê nebe, lê dîsa ew pirojeqanûn pêşkêşkirin.”
 

Nûçeyên têkildar