Mesrûr Barzanî: DAIŞ li ser şikestinên xwe berdewam e

Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkayê civiyan û di wê hevdîtinê de ragihand ku DAIŞ li ser şikestinên xwe berdewam e.
Îro Çarşemê 24/6/2015 Şêwermendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Stuart Johnes û heyeteke pê re kir ku ji hijmareke rayedarên leşkerî yên Amerîkayê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû behsa pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê, pêşrewiyên hêzên pêşmerge û rewşa deverê hate kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de giftûgo li ser şikesta terorîstan li Sûriyayê hate kirin û Mesrûr Barzanî di vê derbarê de got: “Terorîstên DAIŞê bi berdewamî rastî şikestê tên û serkeftinên hêzên Kurdî li Sûriyayê jî zexteke gelek mezin li ser terorîstan çê kiriye.”
Di berdewamiya hevdîtinê de Konsulusê Amerîkayê tekez li ser dom kirina hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge û berfiretir kirina hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê kir




