Amerîka piştevaniya xwe bo Hikûmeta Kurdistanê dûpat kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevaniya welatê xwe bo Hikûmeta Kurdistanê dûpat kir.
Îro Çarşemê 24/6/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Amerîkayê yê li Iraqê Stuart Johnson û heyeteke pê re kir ku pêk hatibû ji hijmareke rayedarên Dîplomatîkî û leşkerî yên Amerîkayê.
Di hevdîtinê de Konsulusê Amerîkayê behsa hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê yên bo şerê dijî DAIŞê kir û anî ziman ku hevkariyên han vê dom bikin bi taybetî di warê leşkerî û perwerde kirina hêzên pêşmerge de.
Di hevdîtinê de behsa rewşa deverê bi giştî û ew deverên ku ji destê terorîstan hatine azadkirin hate kirin.
Her di civînê de her du alî behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û Konsulusê Amerîkayê jiber cîhbicîhkirina erkên xwe spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku lazim e Bexdayî girêdayî erkên xwe be û erkên xwe cîhbicîh bike.
Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana Konsulusê Amerîkayê û herwiha hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistan û Hêzên Pêşmerge kir.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa şerê dijî DAIŞê û rewşa ew deverên ku ji destê terorîstan hatine azadkirin kir




