Grûpeke terorîstên DAIŞê hat jinavbirin

KDP.info-Rojavayê Msûilê- Berpirsê Ragihandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, grûpeke çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û firokeyên hevpeymana ve hat jinavbirin.
Berpirsê ragihandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, Dilşad Mewlûd ji KDP.info re ragihand ku “Demijmêr 02:55 ji şeva borî, 23ê Hezîranê, grûpek ji çekdarên DAIŞê li gundê Teştê xwe ji bo êrîşekê amade dikirin, lê Pêşmergeyan bi alîkariya firokeyan ew grûp jinavbirin.”
Dilşad Mewlûd tekez kir ku “hemû çekdarên di wê grûpê de hatin kuştin”, lê amaje bi hejmara wan nekir.
Gundê Teştê dikeve beramber du rêyên Keskê ya li eniya Rojavayê Dicle.




