26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka yê Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Amerîka tekez li ser alîkarîkirin û piştgirîkirina xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan dike, berpirsekî amerîkî jî dibêje “Di vê derbarê de nêrîneke hevgirtî li Amerîkayê heye.”

Îro roja Çarşem 24.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û şanda ligel ku pêkhatibû ji Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji berpirsên bilindên serbazî ya artêşa Amerîka, kir.


Li hevdîtinê de rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraqê û şerê li dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û gûftugoyan. Herwiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa xerab ya koçberên parêzgeha Enbarê.

Her di vê hevdîtinê de şanda mêhvan ew yek bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî ya yekgirtî bo piştgirîkirina Pêşmergeyan heye û herwiha dûpat kir ku hevkariyên artêşa Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam bin û hevahengiya di navbera hêzên Amerîka û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de berfirehtir dibê.

Di beşekî din ê vê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li Sûriye hate nirxandin.
 

Nûçeyên têkildar