Dîndar Doskî dest ji Yekgirtûya Islamî vekêşa

KDP.inf-Hewlêr- Endamê Polîtbîroya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Dîndar Doskî dets ji kar vekêşanda xwe ji serkirdetiya Yekgirtû ragihand.
Dîndar Doskî di daxuyaniyekê de bo KDP.info îro Çarşemê got: “Min îro nameya dest ji kar vekêşana xwe pêşkeşî Serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kiriye.”
Duh, 23ê Hezîranê, Goran, YNK û du aliyên islamî proje yasayên xwe derbarê guhertina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de pêşkeşî Parlementoya Kurdistanê kirin, ji ber wê yekê jî parlementerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), tirkmen, xirîstiya, Arasteya Sêyem û Sosyalist, civînê boykot kiribûn.
Serkirdayetiya Badînan ya Yekgirtû jî nerazîbûna xwe ji beşdariya parlementerên Yekgrtûya Islamî di civînê de anîn ziman û tekez kirin ku, pêwîste pirsên ku rehendên wan ên niştimanî hebin bi lihevkirina niştimanî werin pesendkirin.
Ji encama wê cudahiya di navbera Serkirdayetiya Badînan û Polîtbîroya Yekgirtûy




