Tevgera Îslamî û Bereya Tirkmanî: Tişta îro çêbû durî lihevkirina niştimanî bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, tişta îro di Parlamentoya Kurdistanê de çêbû durî lihevkirina niştimanî bû, lewma pêwîst e parlamento bi berpiryane tevbigere. Herwiha Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmanî dibêje pêwîst e pirsên girîng bi lihevkirina niştimanî çareser bibin.
Şiwan Qeladizeyî, Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de di dema rûniştina Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dikarî beriya 6 mehan ev pirsa girîng ligel fraksiyonên nava parlamentoyê û aliyên siyasî behs kiriba û yekalîkiriba, lê nehat kirin, lewma ev ne lihevkirina niştimanî ye û ne jî tewafiq e jî.
Qeladizeyî wiha got: “Ev welat bi sazan birêve diçe, lewma bi sazan zilm li me hatiye kirin û pêwîst e parlamento berpirsyarane tevbigere.”
Herwiha Aydin Merûf, Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Mecivîna parlamentoyê baykot kir, da ku nebin alîgirê ti aliyekî û ti alî jî guvaşê têxe ser me. Em dixwazin ew pirsên girîng bi awayekî werin çareserkirin ku di berjewendiya hemû aliyan de bin, ku ew jî pêwîstî bi lihevkirinê heye.”
Aydin wiha got: “Tişta ku îro hat kirin ne sazan bû û gerek ne bi vî awayî be. Gerek hemû alî bi hev re alîkariya hev kiribana û bi sazan ew pirs yekalîkiribana.”




