26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyê Yekgirtû: Tişta çêbû di berjewendiya dijmin de ye..Niha pêwîstiya me bi kesekî xwedî karîzma û dîrok heye

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Berpirsê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Badînan ragihand ku, têkçûna lihevkirina niştimanî tenê di berjewendiya dijminê kurd de ye, herwiha bichanîna ecindayên welatên herêmê ye li dijî serxwebûnê û dewleta Kurdistanê. Herwiha dibêje, gerek mêvandariya konsulusên welatan bo merasîma serxwebûn û dewleta Kurdistanê baya, ne ji bo têkdana lihevkirina niştimanî, diyar e îradeyekî siyasî heye dixwaze rewş têk biçe.

Xazî Seîdî, Berpirsê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Badînan ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna me ya dawî de me biryar da ku partiya me di vê civîna ku dê bibe sedema têkçûna lihevkirina niştimanî, amade nebin lê piştre me dît ku berevajî biryarê hinek alî tê de beşdar bûn, lewma em li devera Badînan bi temamî dilgiran in ji wê beşdariyê.”

Seîdî wiha got: “Têkçûna lihevkirina niştimanî tenê di berjewendiya dijminê kurd de ye, herwiha bichanîna ecindayên welatên herêmê ye li dijî serxwebûnê û dewleta Kurdistanê.”

Berpirsê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Badînan wiha doman: “Gerek mêvandariya konsulusên welatan bo merasîma serxwebûn û dewleta Kurdistanê baya, ne ji bo têkdana lihevkirina niştimanî, diyar e îradeyekî siyasî heye dixwaze rewş têk biçe.”

Xazî Seîdî tekez kir ku civîna îro bi dê awayekî mezin bandorê bixe ser rewşa Kurdistanê û destûr, herwiha ser serxwebûna Kurdistanê jî, diyar e ew dixwazin serokê Herêma Kurdistanê bê desthilat be û destkeftên Kurdistanê jinav bibin. Niha pêwîstiya me bi kesekî xwedî karîzma û dîrok heye.
 

Nûçeyên têkildar