Terorîstên Kerkûkê hatin girtin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayîşa Kurdistanê mokirhatina terorîstên ku êrîşî ser Hotêla Koşk a Kerkûkê kiribûn belav kir.
Encumena Asayîşa Kurdistanê bi rêya weşandina daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku bi hevkariya welatiyên Kurdistanê û bi taybetî şîniyên bajarê Kerkûkê hêzên me karîne ku çar terorîst yên ku destê wan di êrîşa ku di roja 30 meha yek ya sala 2015an de bo ser Hotêla Koşk a Kerkûkê pêk anî bûn hebûye binçav bikin.
Ev êrîşa han di demekî de pêk hat ku terorîstên DAIŞê jî êrîşî ser hêzên pêşmerge kiribûn lê ev êrîşa han bi kuştina du terorîstan bidawî hat.
Ew çar terorîst jî ku hatine girtin destê wan di danîna plan û pêkanîna êrîşa han de hebûye û ev terorîstên han jî li xwe û kiriyarên xwe mokir hatine û ew yek îtiraf kirine ku çawe beşdariya êrîşa han kirine û bo pêkanîna êrîşa han çawe amadekarî kirine




