26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsê darayî yê DAIŞê li Mûsilê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Mûsilê-Berpirsê darayî yê rêxitsina DAIŞê ligel hejmarek berpirsên din li Mûsilê hatin kuştin.

Berpirsê Liqa 14 a partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ismet Receb îro Sêşemê ji KDP.info re ragihand ku “Îro wezîrê darayî yê terorîstên DAIŞê bi navê Mihemed Zeilan El-Eferî û rêveberên tenduristiyê û şaredariyê û avê hatin kuştin.”

Derbarê çawaniya kuştina wan berpirsên DAIŞê de, Ismet Receb got: “Bombeyeke çandî ji aliyê çekdarên nenas ve li deriyê derbasbûna Mûsilê ji aliyê başûr ve hatibû danan, dema derbasbûn otombîla her 4 berpirsên DAIŞê, ew bombe teqiya û di encam de hatin kuştin.”

Navborî tekez kir jî ku “çekdarên DAIŞê berpirsekî xwe yê bi regez sûrî bi navê Xalid El-Zabiy li bazara Bab El-Top li Mûsilê gulebaran kirin, bi tohmeta xwedizîna ji şer.”

Nûçeyên têkildar