26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turkiya berheviya destêwerdanê bo rojavayê Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Dewleta Turkiya 25 firokeyên dî yên şer bo bajêrê amedê virêkir û li sinurê bajêrên mêrdîn,  ruha,  wan,  agirî,  qers,  klîs û hetayê jî nêzîkî 200 hzar serbazên xwe bicih kirin û ew bizava serbazî ya Turkiya wek berheviya şerê li dijî Sûriyê,  îran û rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.


Li dûv nirxandina zanayên stiratîjî yên şerî Turkiya bi hemû rengî ve xwe bo şerekî demdirêj berhev dike û heke heta niha Turkiya li dijî Sûriyê dest bi şerî nekirî ye egerê wê nerazîbûna Rosiya,  Çîn,  Emirîka w yekîtiya Ewrupayê ye û rosiya bi rêya nameyekî huşdarî daye hikûmeta Turkiya ku ragehandina şerê li dijî Sûriyê dê bibe sedemê şerekî herêmî û ew yek ne di berjewenda Turkiya daye û Emirîka w yekîtiya Ewropa jî piştevaniyê li şerekî li dijî Sûriyê nakin û Emirîka,  Rosiya,  Çîn û yekîtiya Ewropa b yekdengî piştevaniyê l hikûmeteka berwext ya bi serokatiya Faruq Elşer dikin ku ji aliyê Ehmed Dawd Oglu wezîrê der ve yê Turkiya ve hatî ye pêşiniyaz kirin û berhingariya Sûriyê jî bi rengekî cidî li ser wê pêşniyaza Turkiya gengeşe dike.


Li aliyê dî rojnamevanên Turkiya bi taybet kesên wek cengîz çandar,  hesen cemal,  ehmed altan û hejmareka zêde ji zanayên siyasî û bisporên stiratîjyê l Turkiya û rojihelatanavîn bizava nû ya serbaziya Turkiya wek berheviya destêwerdana li dijî desthelata kurdan li bakurê Sûriyê (rojavayê Kurdistanê) dibînin û hişiyarî didene hikûmeta Turkiya ku her destêwerdaneka serbazî ya li dijî kurdan li Sûriyê dê êmnahiya Turkiya bi temamî ji nav bibe û bereya şerî ya li dijî Turkiya berfirehtir bike û di rewşeka wesa da dê Turkiya tûşî ziyaneka mezin be.


Herwesa çavdêrên siyasî diyar jî dikin ku bi cihê redkirina kurdên Sûriyê divêt Turkiya wek herêma Kurdistana Îraqê nêzîkî kurdan bibe û projeya çarekirina pirsa kurdî bikee di warê bchkirinê da û danustandinên li gel Ebdula ocelan û p. K. K ra destpê bket û ew yek dê hemû kurdan nêzîkî Turkiya bike û metirsiya li ser êmnahiya Turkiya jî Namîne w ya bo Turkiya û herêmê jî pêdivî ew yeke ne ku ragehandina şerî ye,  ji ber ku şer dê Turkiya bi dehan sal paş ve vegerîne

evro

Nûçeyên têkildar