Brîtanya dê alîkariyên zêdetir pêşkêşî Pêşmerge bike

London-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê, Mayikl Falkon îro ragihand ku, Brîtanya dê alîkariyên zêdetir bi qasî 600 hezar sterlînî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge yên ku şerê DAIŞê dikin, bike.
Mayikl Falkon di daxuyaniyekê de ragihand ku, ewê li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên leşkerî bi qasî 600 hezar sterlînî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bike.
Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê tekez kir ku welatê wî zêdetirî 50 ten alîkarî û çek û teqemenî û 100 alavên dîtina mayinan ji Hêzên Pêşmerge re şandiye, herwiha li şûna welatên din ên ewropî jî 300 ten çek û teqemenî û pêdviyêb tendrustî dane Hêzên Pêşmerge.




