DAIŞ kurdên êzîdî mecbûr dike rojiyê bigirin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsyarekî kurdê êzîdî dibêje, rêkxistina DAIŞê girtiyên kurdên êzîdî yên di destê xwe de mecbûr dike meha Remezanê rojî bigrin. Herwiha her kesek ji wan ku rojê 5 nimêjan neke bi lêdana qamçiyan tê cezakirin.
Rêveberê Giştî bo Karûbarên Êzîdiyan di Wezareta Ewqafê de, Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Me ji çavkaniyên bawerpêkirî bihîstine ku rêxistina DAIŞ bi zorê rojiyê bi girtiyên kurdên êzîdî yên di destê xwe de dide girtin.”
Bozanî wiha got: “DAIŞ bi gefa kuştinê û bikaranîna çekê, wan girtiyan mecbûr dike rojê 5 nimêjan bikin û kesê ku berovajî biryara wan tevbigere, bi qamçiya lêdanê tê cezakirin.”
Xeyrî Bozanî tekez kir ku, kiryarên DAIŞê yên guhertina ola êzîdiyan û mecbûrkirina wan bo Îslamê kareke ku ji aliyê her kesî ve cihê şermezariyê ye.
Tê zanîn ku li gorî amareke Komisyona Mafên Mirovan li Iraqê, heya niha nêzîkî 5 hezar kurdên êzîdî di destê DAIŞê de ne û 1640 ji wan karîbûn xwe ji destê wan rizgar bikin.




