Receb: Pêşmerge welatê xwe diparêze..Çavê me ne li axa kesî ye

Hewlêr-KDP.info- Di bersiva iraqiyeke tundrewekî din de, Berpirsê Liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge welatên xwe diparêzin û naçin axa xelkê dagîr nakin.
Tundrewekî endamê Komîsyona asayiş û bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê bi nave Eskender Wetut, Hêzên Pêşmerge bi wê yekê tohmetbar kir ku qaşo çend navçeyekî parêzgeha Mûsilê dagîr kirine.
Derbarê wê daxuyaniyê de, Îsmet Receb Berpirsê Liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Mafê tu kesî tune ye ku muzayedeyê li ser mêrxasiya Hêzên Pêşmerge de bike. Ew aliyên ku xwe wek dilsozên Mûsilê dizanin, bila baş zanibin ku disozê Mûsilê ew e ku niha li eniya şer e li wê parêzgehê û dijî terorîstan şer dike, ne ew kes e ku gotinên nerast bêje.”
Îsmet Receb wiha got: “Hêzên Pêşmerge li pêşiya DAIŞê rawestiya ye û mezintirîn cihên stratejîk ên Mûsilê di destên Pêşmerge de ne, lewma hemû ew cihên ku Pêşmerge lê şer dike axa pîroz a Kurdistanê ne û Hêzên Pêşmerge welatên xwe diparêzin û naçin axa xelkê dagîr nakin, eger ne ji Pêşmerge bad ê mezintirîn karesat li navçeyê qewimî ba.”




