26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Swêd alîkariyên xwe bo Pêşmerge zêde dike

Çavkanî: KDP.info

Swêd-KDP.info- Hikûmeta Swêdê ragihand ku, ew meşq û perwerdeya leşkerî ku ew ji bo Hêzên Pêşmerge dikin, Pêşmerge hêjayî wan e û ligel pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge diguncên. Herwiha tekez kir ku bi giştî ewê alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin û xul û perwerdeya Pêşmerge di warê leşkerî de bêhtir bikin.

Di civîneke navbera nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Swêdê û hejmareke nûnerên Hikûmeta Swêdê ji Wezareta Derve, Bergirî û Dezgeha Bergiriyê de, behsa hûrgiliyên aliyên taknîkî yên xul û perwerdeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hati kirin.

Hikûmeta Swêdê ragihand ku, ew meşq û perwerdeya leşkerî ku ew ji bo Hêzên Pêşmerge dikin, Pêşmerge hêjayî wan e û ligel pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge diguncên.

Herwiha nûnerên Hikûmeta Swêdê tekez kirin ku bi giştî ewê alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin bi taybetî di warê leşkerî, xizmetguzarî tendustî, pûçkirin û rakirina mayînan û xwe parastinê de.

Nûçeyên têkildar