25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Ligel YNKê me lihev nekiriye..Hêj dem li pêşiya me heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî derbarê civîna îro ya di navbera herdu Polîtburoyên PDK û YNKê de ragihand ku, ku ew îro li ser pirsên niha li Herêma Kurdistanê li hev nekirine, lê hêj dem li pêşiya wan maye û ewê hefteya bê helwesta xwe rabighînin.

Îro herdu Polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan û di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pirsa destûr û hilbijartinê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Derbarê wê civînê, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: Me îro li ser pirsên niha li Herêma Kurdistanê li hev nekir, lê hêj dem li pêşiya me maye û emê hefteya bê helwesta xwe rabighînin.
 

Nûçeyên têkildar