26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Penaberên Girê Spî vedigerin malên xwe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro danê sibehê careke din vegera penaberên bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bo ser mal û halên xwe, dest pê kir.

Ji ber şer û pevçûnên li herêma Girê Spî  di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de, herwiha operasyonên balafirên hevpeymaniya navdewletî xelkê Girê Spî û gundên derdora wê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê, lê piştî ku şer nema û çekdarên DAIŞê ji wir hatin derxistin dîsa xelkê dest bi vegerê kirin.

Piştî ku Hikûmeta Tirkiyeyê demekê xala sînorî ya di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de girtibû, îro dîsa ji penaberan re vekir û hatin û çûn di wê xalê de asayî bûye.

Polîsên ser sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve, piştî tomarkirina navên penaberan, rê ji wan re vedikin ku vegerin mal û gundên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar