Slovakya dixwaze dewleta kurdan were avakirin

Slovakya-KDP.info- Cîgirê Serokwezîrê welatê Slovakyayê, ku Wezîrê Derve ye jî ragihand ku, ew dixwaze Iraq mîna Çîkoslovayka bi aştiyane dabeş bibe û kurd jî bibin xwedî dewlet, her wek çawa di dema xwe de, Çek û Slovakya bi bêşer ji hev veqetiyan û bûn 2 dewlet.
Mîroslav Lackak, Cîgirê Serokwezîrê welatê Slovakyayê, ku Wezîrê Derve ye jî di çarçoveya 10emîn Korbenda Asayişê ya Cîhanî de ragihand ku, ew dixwaze Iraq bi aştiyane dabeş bibe û kurd bibin xwedî dewlet.
Lackak hêvî kir ku ev ezmûn bo Herêma Kurdistanê were veguhestin, bi awayekî ku hemû pêkhate werin serpişkirin li ser awayê dewletdarî û rêvebirina û rêvebirin ku mebesta wan cudakirina kurdan bû li Iraqê û piştre bibe dewlet.
Piştre Cîgirê Serokwezîrê welatê Slovakyayê berxwedana Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û tekez kir ku Pêşmerge li şûna hermû cîhanê şerê terorê dikin.




