Li ser raspardeya Serok Barzanî alîkarî ji Girê Spî re tên şandin

Hewlêr-KDP.info- Li ser raspardeya Serok Barzanî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi rêya sitafeke taybet ji alîkariyên mîna xwarin û sûtemeniyan bo 5000 malbatên bajarokê Girê Spî peyda kir.
Biryar e roja sibe 23ê mehê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi rêya sitafeke taybet biçe Rojavayê Kurdistanê û alîkariyan bigihîne welatiyan.
Çavkaniyekê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand ku dezgeha wan li ser raspardeya Serok Barzanî û weke yekemîn dezgeh, wê 13 kamyon xwarin sûtemenî ku ji 120 ton xwarin û 200 hezar litrên mazotê pê tê di çend rojên vê de bigihîne Girê Spî.
Piştî derxistina DAIŞê ji Kobanê jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandibûn Kobanê û niha jî wê alîkariyan bigihîne Girê Spî.




