Nêçîrvan Barzanî pêwîstiyên hola rewşenbîrî ya Seyid Sadiq peyda dike

KDP.info-Seyid Sadiq- Nivîsgeha Cîgirê Serokê PDK, tevaya kelûpel û pêwîstiyên Hola Rewşenbîrî ya Seyid Sadiqê peyda kirin.
Hola Rewşenbîrî ya Seyid Sadiqê ku di sala 2010an de hatibû avakirin û heta niha bêyî pêwîstî û kelûpel bû, hemû pêwîstiyên wê ji aliyê Nivîsgeha Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêcîrvan Barzanî ve hatin peydakirin.
Parlementerê Frakesyona Zer Heyat Mecîd Perxî nameyek ji welatiyên Seyid Sadiqê gihandibû nivîsgeha birêz Nêçîrvan Barzanî, ku têde daxwaza peydakirina kelûpel û pêwîstiyên Hola Rewşenbîrî ya Seyid Sadiqê kiribû.
Niha jî hemû kelûpel û pêwîstî hatine peyda kirin û radestî Fermangeha Rewşenbiri




