25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kakemîn Necar: Bo vê qonaxê pêwîstiya me bi serokekî wek Kak Mesûd heye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr-Endamê polîtbîroya PDK Kakemîn Necar diyar dike ku, di rewş û qonaxa niha de, pêwîstiya Kurdistanê bi serokekî wek Kak Mesûd heye.

Kakemîn Necar ku hevdem serokê encûmena Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ye, ji KDP.info re amaje bi pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, ku niha li Başûr bûye roje û got: “Divê em xwe nexapînin, hemû frakesyonên Parlmenetoya Kurdistanê biryarê ji partiyên xwe werdigrin, lewma pêwîste partiyên siyasî lihevkirina siyasî bixine bername û li parlemenoyê yasa were pesendkirin û ev pirs were çareserkirin.”

Navborî diyar kir ku “Niha pêwîstiya me bi Serok Barzanî heye, ji ber ku ev demeke dûr û dirêje ku di nava siyasetê de ye û peywendiyên wî yên berfireh ligel dunyayê hene û li nava Kurdistanê jî şarezaiyeke wî ya gelek baş heye, jiyana xwe xistiye xizmeta Kurdistanê, ji dema ku şerê DAIŞê destpêkiriye û gelek qeyran pedya bûne, Kurdistanê niha di qonaxete veguhez de ye û rewşa Bexadyê jî gelek xirab e, lewma îro pêwîstiya me bi serokekî wek Kak Mesûd e.”

Kakemîn Necar tekez kir jî ku, eger hilbijartinên serokatiyê li Kurdistanê bên encamdan “Serok Barzanî dê take berbijêrê PDK be, her kesek jî asayî ye ku xwe berbijêre, eger mercên yasayî têde hebin, lê heta niha ti aliyekî siyasî berbijêrê xwe ranegihandiye.”

Derbarê helwesta PDK ji vê pirsê jî, wî serkirdeyê da zanîn ku, ew dixwazin ligel hemû aliyên din rûnin û bighin rêkeftinekê.
 

Nûçeyên têkildar