25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Goran û Komela Islamî ji berpirsyaretiyê direvin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr-Parlementerekî Kurdistanê dibêje ku, Komela Islamî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê “nikarin dewletmedariyê bikin û ne ligor berpirsiyaretyê ne.”

Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya kurdistanê, Dilşad Şeiban ji KDP.inf re ragihand ku “Niha Komel û Goran xwe ji berpirsiyaretiyê didzin û hêncetan dikin, eger na, em we PDK ti carî me xwe ji berpirsiyaretiyê nediziye û em xwe bi berpirsiyar dizanin.”

Dilşas Şeiban diyar dike jî ku, Komel û Goran “tiştekî ji dewletbûnê nizanin û tiştek ji wan nayê, tenê dixwazin alîgirên xwe razî bikin, Goran bi rêya pêşkeşkirina projekê bo guhertina yasaya serokatiyê, dixwaze hêncetan bike daku ji hikûmetê vekêşe, ev jî wateya bêdesthilatiya wan derdixe ku nikarin dewletmedariyê bikin.”

Şeiban got jî: “Kesê ku behest vekişana ji desthilatê dike, wateya wê bazdana ji berpirsiyaretiyê ye û hêvîdarim îro ji hikûmetê vekişin ji bo partiyên din di hikûmetê de bimînin û bi awayekî rêk û pêk karên xwe encam bidin, heta hikûmeta ji wê qeyrana niha derbas bibe, eger îro vekişib baştire ji sibe.”

Nûçeyên têkildar