26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bingehên serekî yên proje destûra Kurdistanê temam dibin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr-Komîteya amadekirina proje destûra Herêma Kurdistanê îro Duşemê civînê xwe berdewam dike, endamek jî aşkere dike ku, ew dê bingehên serekî yên projeya destûrê temam bikin.

Endamê komîteya amadekirina proje destûrê Osman Weysî ji KDP.infor re agihand ku, heta niha wan 19 bend amade kirine.

Osman Weysî amaje kir ku, dê beşa yekem ji proje destûrê “23” bend bin, wan mifa ji çend destûrên modern jî wergirtiye.

Navborî amaje kir ku, her hefte ew “4” civînan li dardixin û wiha berdewam kir “Di civîna îro de, dê behsa ol û peywendiyên Herêma Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve û çend bendên din were kirin.”

Nûçeyên têkildar