25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Romanya: Pêşmerge rê li pêşiya DAIŞê girt

Çavkanî: KDP.info

Silovakya-KDP.info- Wezîrê Derve yê Romanya pesnê Hêzên Pêşmerge dide ji ber rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û dibêje Pêşmerge rê li pêşiya pêşdehatinên DAIŞê bigire û li şûna hemû cîhanê şerê wê bike.

Felah Mistefa, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de bo welatê Silovakya de, ligel Bogdan Orêsko, Wezîrê Derve yê Romanya civiya.

Di nava serdan xwe de bo Ewropayê Mistefa ligel Wezîrê Derve yê Romanya behsa pêşhatên dawî yên rewşa siyas û asayişa Herêma Kurdistanê û navçeyê bi taybetî kir.

Felah Mistefa herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir ku piştevanî û alîkariyeke zêdetir bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber ku Kurdistan di nava kirîzeke dearayî de derbas dibe, ew jî ji ber neşandina Bexdayê budce û mûçeyên Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Romanya pesnê Hêzên Pêşmerge dide ji ber rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û dibêje Pêşmerge rê li pêşiya pêşdehatinên DAIŞê bigire û li şûna hemû cîhanê şerê wê bike.
 

Nûçeyên têkildar