26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞ bombeyan li şûnwarên Tedmurê datîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çekdarên rêxistina DAIŞê bombeyan li nava şûnwarên Tedmurê yê Sûriyê datînin, lê heta niha neteqandine.

Meha Gulanê piştî ku hêzên artêşa Sûriyê vekişiyan, çekdarên DAIŞê li parêzgeha Humsê destê danîn ser bajarê dîrokî yê Tedmurê. Rêxistin û saziyên navdewletî hişyarê didin ji ber metirsiya li ser wan şûnwaran û teqandina wan ji aliyê DAIŞê ve.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand: “Çekdarên DAIŞê bombe di nava wan şûnwaran de vedidin, lê hêj nediyar e ku ji ber teqandina wan e yan jî bo bergiriyê ye ji êrişa artêşa Sûriyê li ser wê navçeyê.”

Artêşa Sûriyê û hêzên girêdayî wê mîna milîsên şîeyan û çekdarên Hizbulaha Libnanê li rojhilatê Humsê êrişî DAIŞê dikin.

Nûçeyên têkildar