25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bolîtburoyên PDK û YNKê dicivin..Mijarên girîng gotûbêj dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, biryar e heta çend rojên bên bo prsa destûr û Serokatiya Herêma Kurdistanê aliyên siyasî bihev re bicivin, jib o vê mebestê jî sibe dê Bolîtburoyên PDK û YNKê dicivin.

Omêd Xoşnaw, Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Prsa Serokastiya Herêma Kurdistanê prseke destûrî ye û komîteya amadekirina destûrê Kurdistanê kar li ser dike û li wir her tişt yek alî dibe û rêyek din jî heye ku bi rêya hilbijartinê ew pirs were çareserkirin, herwiha rêyek din jî jê re heye ew jî bi rêya lihevkirinê ye, ku hemû aliyên siyasî li ser lihev bikin û piştre li Parlamentoyê bibe yasa.”

Xoşnaw wiha got: “Em civîna di navbera Polîtburoya partiyên siyasî bo pirsa destûr û Serokatiya Herêma Kurdistanê wel pêwîst dizanin bo vê qonaxê bo lihevkirinê li ser wê pirsê.”

Wî parlamanterê PDKê wiha domand: “Heta çend rojên din civînên germ di navbera aliyên siyasî de birêve diçin biryar e sibe herdu polîtburoyên PDK û YNKê ji bo vê yekê bicivin.”

Nûçeyên têkildar