26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hengarya daxwaz kiriye nûneratiya Kurdistanê li welatê wê vebe

Çavkanî: KDP.info

Hengarya-KDP.info- Wezîrê Derve û Bazirganiyê yê welatê Hengarya jibilî bilindnirxandina qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, daxwaz kir ku welatê wî hejmarek pêşmergeyên birîndar derman bike, herwiha daxwaz jî kir ku nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê wî bê vekirin.

Felah Mistefa, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema civîna xwe de ligel Wezîrê Derve û Bazirganiyê yê Hengarya behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyên kir. Herwiha behda nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Herwiha Wezîrê Derve û Bazirganiyê yê Hengarya jibilî bilindnirxandina qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, daxwaz kir ku welatê wî hejmarek pêşmergeyên birîndar derman bike. Herwiha amadebûna welatê xwe bo tevlîbûna hejmarek ji fermandar û psporên leşkerî yên xwe bo nava refên hêzên hevpeymaniya navdewletî û jinavbirina çekdarên DAIŞê li navşeyê nîşan da.

Wezîrê Derve û Bazirganiyê yê Hengarya herwiha behsa berfirehbûna pêwendiyên herdu aliyan kirin û daxwaz jî kir ku nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê wî bê vekirin. 

Nûçeyên têkildar