Şingal.. Pêşmerge ji 3 aliyan ve li DAIŞê da

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê ya ji 3 aliyan ve dan û gellek ziyan gehandin wan.
Emîd Izedîn Sedo, Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Derengiya şeva borî, terorîstên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge li taxên Rîfaî, Seyde Zeyneb û Faruq yên Şingalê kirin, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişên wan têk birin.”
Sedo wiha got: “Di wan 3 êrişan de, terorîstên DAIŞê derbeyên mezin ji destê Pêşmerge xwarin. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî di wê demê de hatin û bi tundî 4 caran li navendên wan dan.”




