General Petraeus behsa hevdîtina ligel Serok Barzanî dike

KDP.info-Hewlêr-Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê genral David Petraeus behsa hevdîtineke xwe ligel Serok Barzanî dike û tekez dike ku “planeke bihêz bo azadkirina Mûsilê heye.”
David Petraeus di hevpeyvînekê de ligel rojameya Şerq Awsat a erebî de ragihan ku “Fermandarên leşkerî yên Mûsilê beriya leşkeran revîn” lewma ew bajar ket destê DAIŞê de.
Derbarê plana çaverêkirî ya ji bo azakdirina Mûsilê de, Petraeus tekez kir ku “planeke bihêz” bo wê mebestê heye, lê behsa dema destpêkirina planê nekiriye.
David Petraeus balkişande ser hevdîtina xwe ya dawî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û got: “Beriya çend mehan ez li Hewlêrê bûm, ligel Serok Mesûd Barzanî civiyam. Planeke bihêz (bo azadkirina Mûsilê) heye, lê wî (Serok Barzanî) diyar kir kesê ku Mûsilê azad bike û biparêze pêwîste di nêrîna gel de rewa be, ew (Serok Barzanî) yekemîn kese itîraf dike ku Pêşmerge ne ew hêze ku pêwîste Mûsilê biparêze, lê dikare di paqijkirina çend navçeyan de alîkar be.”




