Wezîrê Bergirî yê Fransayê serdana Kurdistanê dike

KDP.info-Fransa- Biryare di çend rojên bê de, Wezîrê Bergirî yê Fransayê serdana Herêma Kurdisanê bike û çekên modern jî pêşkeşî Pêşmergeyên Kurdistanê bike.
Cîgirê Berpirsê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê (Elî Dolemerî) ji KDP.info re ragihand ku, dê Wezîrê Bergirî yê Fransayê (Jean- Yves Odrian) ligel şandekê bigihe Hewlêra paytext.
Elî Dolemerî da zanîn ku, biryare Jean- Yves Odrian di vê serdana xwe de barek ji çekên modern ligel xwe bîne û pêşkeşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bike, herwiha dê serdana eniyên şerê li dijî DAIŞê jî bike.
Navborî tekez kir jî ku, çendîn car Fransayê ragihandiye ku ew dê berdewam be li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan.
Di Sibata borî de û li ser vexwendineke fermî ya Serokê Fransayê Farnçois Hollande, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana wî welatî kir.
Piştire jî, şandeke pile bilind a Wezareta Pêşmerge serdana Parîsê kir, ew jî li ser vexwendineke fermî bû.




