25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKÎ û PKK rêkeftin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Rojhilatê Kurdistanê- Berpirsê Peywendiyê PDKÎ radighîne ku, ew bo sêyemî car ligel PKK civiyan û lihev têgehiştineke baş hebû û dawî bi hemû arîşeyan hat anîn, rêkeftin jî li ser wê yekê hatiye kirin ku, tu aliyek astegan li pêş xebata aliyên din nedane.

Berpirsê Peywendiyên PDKÎ Mihemed Salih ji malpera KDP.info re ragihand ku “Duh Şemiyê, ew bo sêyemîn car ligel PKK civiyan, di civînê de lihev têgehiştineke baş hebû, em rêkeftin li ser ku ti alî astengan nexe pêş xebata aliyê din.”

Salih da zanîn ku, ti rêkeftineke nivîskî di navbera PDKÎ û PKK de nehatiye îmzekirin, lê tenê her du aliyan soz dane hev.

Berpirsê Peywendiyên PDKÎ amaje kir ku “Tiştê girîng ew bû ku, dawî bi arîşeya navbera me hat, ku berî niha derketibû, biryar hatiye dayîn jî ku eger pêwîst be, di paşerojê de em ê civîneke din li darbixin.”

Roja 24ê Gulana borî, gerîlayên PKK li navçeya Kêleşînê ya navbera Başûr û Rojhilatê Herêma Kurdistanê de êrîşî Pêşmergeyên PDKÎ kiribûn, di encama êrîşî de Pêşmergeyek şhîd bibû û 3yên din birîndar bibûn.

Lê piştire bi destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du alî lihev civiyan û dawî bi wê aloziya ku derketibû anîn, heta niha jî civîn berdewam dikin.
 

Nûçeyên têkildar