26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafiran li Şingal, Girê Spî û Hesekê li DAIŞê dane

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Rojava û Başûrê Kurdistanê li bajarên Şingal, Girê Spî û Hesekê li navend û çeperên DAIŞê didin.

Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî 22 operasyonên asmanî li dijî navend û çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne.”

Li gorî wê daxuyaniya ku îro hatiye belavkirin, li Iraqê balafiran li bajarê Qayîm li xaleke kontrolê ya DAIŞê dan, herwiha otomobîleke mezin têk birin.

Artêşa Amerîkayê ragihand: “Piraniya operasyonên asmanî yên li Iraqê li nêzîkî Mûsilê bûn, ku li navçeyên Şingal, Mexmûr û Teleferê li navendên DAIŞê dan. Herwiha li parêzgeha Enbarê jî li bajarên Rumadî û Feluceyê dan.”

Li gorî heman daxuyaniyê, balafirên hevpeymaniyê li parêzgeha Selahedînê jî li bajarê Bêcî navendên DAIŞê dan.

Derbarê operasyonên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de jî, Artêşa Amerîka wiha got: “Balafiran 6 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn. Li bajarê Hesekê, Girê Spî û li Reqayê jî li DAIŞê dan. Di encama lêdana balafiran li Iraq û Sûriyê, gellek ziyanên madî û canî yên DAIŞê derketin.”

Nûçeyên têkildar