Delo: Bexda parêzgeha Kerkûkê dorpêçkiriye..Heman siyaseta xerab birêve dibe

Kerkûk-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyan, rexneyê li Hikûmeta Iraqê digire ku parêzgeha Kerkûkê dorpêç kiriye û para wê parêzgehê ji budceya Iraqê qut kiriye, ku ev yek xedrekî din e ji aliyê Bexdayê.
Selah Delo, Serokê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha em nizanin çima Hikûmeta Bexdayê şerê xwe difroşe Kerkûkê, diyar e ku piştî salekê ji birina petrola Kerkûkê û para wê ji budceya Iraqê, dê lê asê bimîne.”
Delo wiha got: “Bexda heman siyaseta ku ligel Herêma Kurdistanê birêve bir, heman siyasetê ligel Kerkûkê jî birêve dibe. Ma çawa dibe ku pereyên parêzgehên bin destê DAIŞê bişîne û yên Kerkûkê bixwe. Ev yek xederekî din e ji aliyê Bexdayê. Kerkûk bûy mala bi hezaran koçberên bajarên Iraqê û Hêzên Pêşmerge wî bajêrî ji DAIŞê diparêze û dîsa em nizanin çima Bexda wisa dike.”
Wî berpirsê PDKê li Kerkûkê wiha domand: “Eger Bexda li siyaseta xwe venegere, dê aliyên siyasî yên kurdî û Encumena Parêzgeha Kerkûkê helwestek din nîşan bidin.”




