Serok Barzanî pêşwaziyê li rayedarên leşkerî yên Iraqê dike

KDP.info-Hewlêr- Serok Barzanî pêşwazî li rayedarên leşkerî yên Iraqê kir û çendîn pirsên ewlekarî yên Iraqê gotûbêjkirin.
Îro Şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid Obêdî û Serokerkanê Iraqê Babekir Zêbarî kir.
Di hevdîtinê de “Wezîrê Bergirî yê Iraqê, Serok Barzanî li pêşhatên ewlekarî yên dawî û rewşa meydanî ya eniyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li parêzgehên Iraqê agehdar kir.”
Herwiha Serok Barzanî û rayedarên lekerî yên Iraqê “Behsa rewşa Mûsilê û paşeroja wê kirin, herwiha tekez li ser rûbirûbûn û jinavbirina terorîstan û azadkirina navçeyê kirin.”
Di beşekî din ê hevdîtinê de “Hevahengî û karê hevbeş yê Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û asayişê de bo rûbirûbûna terorîstan hat gotûbjkirin.”




