Dilşad Şeiban: Gelek kompaniya hene ku dixwazin petrola Kurdistanê bikirin

KDP.inf-Hewlêr- Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê, Dilşad Şeiban radighîne ku, baştirîn rê ji bo çareserkirina krîz aborî û darayî li Herêma Kurdistanê ewe ku, hikûmet êdî petrolê bi rêya Bexdayê neşîne û bi serê xwe bifroşe.
Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de bo malpera KDP.inf ragihand ku, her çiqas Herêma Kurdistanê petrola xwe radestî Bexdayê bike “ew bêhtir ji 500 milyar dînarî” bo Hewlêrê naşînin.
Derbarê çûna şanda Herêma Kurdistanê û şanda Kerûkê bo Bexdayê, Şeiban got ku ew bi vê serdanê negeşbîne û pêşbînî dike ku dê her du şand “ti encaman” bidest nexin, lê çûna her du şandan bi karekî baş ji aliyê siyasî ve dide zanîn.
Li ser astê berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê jî Şeiban aşkere kir ku “astê berhemanîna niha ji sedî 90ê budceya herêm peyda dike, wê demê bi hesanî dê mûçeya her mehekê di dema xwe de were parvekiein.”
Navborî tekez kir ku “Baştirîn çare ewe ku, Herêma Kurdistanê petrola xwe ya Kerkûkê bifroşe û budceyê peyda bike, pêwîste em li malê xwe bin û ew jî li malê xwe bin, di wê derbarê de jî ti pirsgirêkeke me nîne û kiryarên me yên petrolê jî amade ne bi her awayekî em bixwazin petrolê ji me bikirin û girêbestan ligel Herêma Kurdistanê îmze bikin.”
Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê aşkere kir jî ku “Niha Herêma Kurdistanê rojane 650 hezar bermîl petrol berhemtîne, rojane jî ew rêje zêde dibe.”




