“diyardeya birçîbûnê” li Mûsilê berdewame û berpirsekî DAIŞê hat kuştin

KDP.info-Mûsil- Çavkaniyeke agehdar ji rewşa Mûsilê radighîne ku, ji ber berdewamiya “diyardeya birçîbûnê” rojane xelik li Mûsilê can ji dest didin îro Şemiyê jî termê “17” kesan gehişte nexweşxaneya bajêr. Herwiha berpirsê bombeyên çandî yê DAIŞê jî hat kuştin.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memuzînî ji malpera KDP.info re ragihand ku, êdî “diyardeya birçîbûnê” li Mûsilê berfirehtir dibe û got: “Tenê îro termê 17 kesan gehiştine nexwşxaneya Mûsilê.”
Seîd Memuzînî aşkere kir jî ku, termê 5 çekdarên DAIŞê li “pira pêncem” a Mûslê hatin dîtin “ku şûna guleyan di wan terman de diyar bû.”
Navborî tekez kir jî ku, bombeyeke çandî bi otombîla berpirsê bombeyên çandî yê rêxitsina DAIŞê de teqiya û di encam e ew berpirsê bi navê “Îhsan Ehmed” hat kuştin.




