Angelina Jolie li Mêrîdnê ye

KDP.info-Mêrdîn- Şeva borî, 19.06.2015, Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (Angelina Jolie) gehişte Mêrdîna Bakurê Kurdistanê.
Biryare Angelina Jolie îro Şemiyê û bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan, serdana pnaberên sûrî û iraqî li kampên Midyadê bike.
Angelina Jolie şeva borî li hotêleke bajarî Mêdrînê bicih bû, dê îro jî beşdarî çalakiyên li kampên Midyadê bibe.
Dê her yek ji Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Komisyarê Bilind ê Penaberan li Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ligel Angelina beşdarî çalakiyan bibin.




