Vala Ferîd: Nûnerên PDK dixwazin mifayê ji destûrên modern werbigrin
__2015_06_20_h11m38s23__RM.jpg)
KDP.info-Hewlêr- Endameke Komîteya Amadekirina Destûra Herêma Kurdistanê dibe, tevî ku heta niha “19” bendên destûr hatine amadekirin lê pêwîstiya wan bi dema zêdetir heye, ji ber ku nûnerên PDK bi taybetî di komîteyê de, mifayê ji çend destûrên nûjen û modêrn werdigrin.
Vala Ferîd di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragihand “Tevî ku heta niha beşa yekem temam nebûye, lê heta niha komîteya me 19 made pesend kiriye, helbet hinek made jî mane û dibe ku beşa yekem jî 20 made be.”
Vala Ferîd da zanîn ku, roja Duşema bê wê civîna komîteyê destpê bike, dê babetên pêwîst bi peywendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û çend babetên din werin gotûbêjkirin.
Derbarê bendên ku hatine pesendkirin de jî, Ferîd diyar kir ku “ew babetên girêdayî pirsa çavkaniyên xwezayî, zimanên fermî, pêkhateyên herêm û qewareya herêm wek herêmeke serbixwe temam bûne.”
Navboriyê tekez kir jî ku, di dema diyarkirî de ew nikarin karê xwe bidawî bînin, lewma pêwîstiya wan bi dema zêdetir heye.
Vala Ferîd amaje bi guhertinên di rojevê de kir û da zanîn ku ew dixwazin mifayê ji desûrên Efrîqaya Başûrê Spanyayê û Ekwadorê werbigrin.




