26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

John McCain: Iraq 3 parçe ye, divê Pêşmerge jî bin pirçekkirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Li gor raporeke Loss Angeluss, pêwîste em bîrokeya yekpaçeyiya Iraqê ji bîr bikin, herwiha rapor amaje dike ku, çima em rastiyan biştguh dixin, helbet 3 hêzên şerker ên bijayî li Iraqê hene ku li dijî DAIŞê şer dikin. Pêşmerge Kurdistanê diparêzin, çekdarên êlên sinne navçeyên xwe diparêzin û melîşyeyên şîe jî Bexda û navçeyên xwe yên din diparêzin.

Di beşekî din ê raporê de hatiye ku, Senatorê Amerîkî John McCain dibêje, li şûna ku wan hemû alîkarî û pêwîstiyên leşkerî yên ku bo artêşa Iraqê tên peydakirin, eger bo Hêzên Pêşmerge û êlên sine bên şandin, dê stratejiya şerê li dijî DAIŞê pêk were û ew rêxistin têkbişke, ti carî jî hikûmeta navendî nikare wî karî bike.

John McCain diyar dike ku, niha dema wê yekê hatiye ku Iraq wek 3 parçe yan 3 herêm binasênin, ku ew jî herêmên kurd, sine û şîe ne.

Di raporê de hatiye jî ku, pêwîste Amerîka wê yekê qebûl bike ku, nikare kîn û tolstandina navbera sine û şîeyan de jinav bibe.

Nûçeyên têkildar