Efrîn: Balafirên Sûriyeyê 4 Kurd kuştin û 7 jî birîndar kirin

Îro li ser rêya Efrîn Helebê li gorî jêderên ku nêzî bi artêşa azadin ku dibêjn di encama avêtina moşekekê de, 4 welatiyên Kurd ji Efrînê jiyana xwe ji destdan û gelek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên bidestxistî, wesayîta rêwiyan dema ji Efrînê diçû Helebê, li nêzî bajarokê Heyanê ya Helebê ji aliyê balefirên şer ên Sûriyeyê ve hate bombebarankirin.
Di encama êrişeke dijwar bo ser otombîleke ji cora Salonê bi, di encamê de, 4 kes şehîd ketin û gelek ji wan jî birîndar bûn ku navê şehîdan jî ev in: Kemîran Mihemed ji gundl Ma`ereskê, Ebdul Menan ji gundê Qitmê û 2 jin Henîfe Yusif û Hêvîn Şimo jî ji gundê Birc Ebdelo herdu jî ji malbata Wehîd Reşo ne




